Piştî bûyerên komkujîyê ku di Adara 2025an de li herêma peravê ya Sûrîyayê rû dan, hat tomarkirin ku bi dehan jin û keçên Sûrîyayê ji civaka Elewî li parêzgehên Tertûs, Laziqiyê û Hamayê, di mehên dawî de, ji hêla “kesên nenas” ve hatine revandin, li gorî rapora ku ajansa Reutersê ya nûçeyan belav kiriye. Di heman demê de, torên civakî ji Adarê ve bi peyam û vîdyoyên ku ji aliyê malbatên jinên windabûyî ve hatine weşandin tijî bûne, ku di wan de malbat doza agahîyên keçên xwe yên windayî dikin.

Li gorî lêkolîna Reutersê, “rojane agahîyên revandina kesinên nû derdikevin”, her weha, Reutersê diyar kir ku agahî der barê revandina jinan ji grûpên din li ser torên înternetê nedîtine.

Reutersê got ku ew bi nêzîkî 12 bang û peyamên ku ji aliyê kesê ku keça elewî Ebîr (29 salî ye) revandîye û navbeynkarê ku ji nûmareyeke telefonê ya Sûrî pêwendî dikir, agahdar bû, û da xuyanîkirin ku Ebîr ji kolanên bajarê Safîtayê ve hatiye revandin di nav gefên ji malbatê re ji hêla kesên ku ew revandine, bi kuştin û frotina wê heger malbat 15 hezar dolar nede wan.

Abîr yek ji wan 33 jin û keçên Elewî li Sûrîyayê ye (temenên wan di navbera 16 û 39 salî de ye) ku di vê salê de hatine revandin an winda bûne di nav rewşên qerebalixa ku piştî ketina rêjîma Esed de li Sûrîyayê çêbûne, li gorî malbatên wan.

Neteweyên Yekbûyî lêkolînê li ser bûyerên revandin û windabûnê dikin

Komîteya Lêkolîna Navdewletî ya Serbixwe ya li ser Sûrîyayê COI, ku di sala 2011 de hatiye damezrandin, ji Reutersê re got ku piştî zêdebûna girîng ya gilîyan vê salê, ew li ser van bûyerên windabûn û revandinê yên têne ragihandin lêkolîn dike.

Serokê komîsyonê, Paulo Sérgio Pinheiro, di raporekê de ku pêşkêşî Encumena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir, got ku komîteyê herî kêm revandina 6 jinên Elewî di vê bihara de li gelek parêzgehan hatine revandin ji aliyê kesên nenas ve, bi belge kiriye.

Hevpeyvînên kûr di gel malbatên 16 jin û keçên windabûyî de nîşan didin ku 7 ji wan bi guman e ku hatine revandin, û malbatên wan daxwazên fîdye (ji 1500 heta 100,000 dolar) wergirtine. Di nav wan de, malbatên 3 jinan -Ji nav wan malbata Ebîr- peyamên nivîskî an bi deng wergirtine ku dibêjin ew hatine veguhestin derveyî welêt. Qet agahî li ser 9 kesên din tune ne. Li gorî malbatan, 8 ji wan di bin 18 salî de ne.

Reutersê bi nêzîkî 20 peyam, bang û vîdyoyên ji aliyê revandîyan û kesên ku têne gumankirin bi revandinê ve hatine şandin, agahdar bû û dîtin, di gel belgeyên şandina pereyan ji hêla malbatan ve, lê ajansê nedikarî ji hemû hûrgilîyên çîrokên malbatan ve piştrast be, ne jî dikarî bû alîyên ku jin armanc kirine û sedemên armanckirina wan destnîşan bike.

Li gorî Reutersê, her sî û sê ji li parêzgehên Tertûs, Laziqîyl û Hemayê, ku hejmareke mezin ji elewîyan li wir dijîn, windabûne. Zêdeyî nîvê van jinan pişt re vegerîyane malên xwe, lê hemû jin û malbatên wan di warê axaftina li ser bûyerên ku bi wan re çêbûne di revandinê de, bê deng man, bi piranî ji ber sedema tirsên ewlehî.

Hejmareke mezin ji malbatên ku Reutersê hevpeyvîn di gel wan de çêkirine gotin ku wan hest dikir ku polîsê û dezgehên ewlekarîyê dozên wan dema ku ew boi windabûn an revandinê agahdar dikirin, bi cidî negirtin, her weha, li gor wan, desthilat di lêkolînên xwe de bi temamî têk çû.

Ji hêla xwe ve, Serokê Komîteya Lêkolînê ya serbixwe li Sûrîyayê, Pinheiro, got ku desthilatên demkî li Sûrîyayê lêkolîn di hin bûyeran de kiriye, bêyî ku tu hûrgilîyên zêdetir berdest bike.

Bersiva dezgehên fermî li Sûrîyayê de barê revandina jinên elewî de:

Hikûmeta Sûrîyayê bersiva daxwaznameya şirovekirina çîrokê neda, Ehmed Mihemed Xêr, berpirsê ragihandinê li parêzgeha Tertûsê, hemû mijarên girêdayî armanckirina elewîyan red kirin û got: “piranîya çîrokên windabûna jinan sedema wan şerên malbatî ne an sedemên şexsî ne û tu revandin çênebûye.“ bêyî ku tu peytan nîşan bide.

Her weha got “Jin an tên mecbûrkirin li ser zewaca ji kesekî ku naxwazin jê bizewcin, ji lew re jê direvin, an carinan dixwazin balê bikişînin ser xwe bi rêya windabûnê“ û agahdar kir ku “idîaa û gilîyên neteqez“ dibe ku tirsê û nakokîyan û netebatîya rewşa ewlekarîyê di nav xelkê de peyda bike. Rayedarekî ragihandinê li Laziqiyê jî gotinêm Mihemed Xêr piştrast kir û got ku hin jin bi dilovanên xwe re direvin û malbatên wan çîrokên revandinê çêdikin da ku xwe ji şermkirina civakî biparêzin.

Endamekî komîteya lêkolîna li rastîyan ku ji hêla serokê qonaxa veguhêz ve, Ehmed Elşarie ve hatiye damezrandin, bo lêkolîna di bûyerên perava Sûrîyayê de ku di meha adara 2025an rû dane, bersiva pirsa der barê jinên windayî de red kir.

Ji hêla xwe ve, berpirsê ragihandinê li Parêzgeha Hemayê, axaftina li ser çîrokê red kir.

Tirsên civakî û xofên dubarebûna senaryoya DAIŞ

Ajansa Reutersê gotinên çalakvanê mafên mirovan yê Sûrîyayî Yamin Huseyn, yê ku windabûna jinan di nava vê salê de dişopîne, diyar kirine ku dibêje piranîya rewşên windabûn û revandinê piştî bûyerên adara 2025an rû dane. Her weha dibêje ku li gor zanyarîyên wî, tenê jinên elewî hatine armanckirin û nasnameya tawankeran û armancên wan heta nuha ne diyar in, Huseyn got ku hin jin li Tertûs û Laziqîyê û Hemayê naçin dibistan û zanîngehên xwe ji tirsa ku werin armanckirin.

Hejmarekê ji malbatên jinên winda û revandî ji ajanse re gotin ku ew û gelek kesên din ji civaka wan di tirsa dûbarekirina sînaryoya rêxistina deleta Îslamî Daiş li dijî êzdîyan berî 10 salan, ku ev sînaryo der heqê elewîyan de bibe, ku rêxistina DAIŞê ya jihadî bi hezarên jinan weke kole di dema xwe de dihesibandin û bi hezarên jinên êzdî di dema rêxistina terorîst de li Iraqê û Sûrîyayê revandî û dîlgirtî bûn.