Berdewamiya şer li Sûrîyayê bû sedema ku gelek Sûrîyayî nikaribin belgeyên fermî yên hevjînîyê bistînin. Ev yek ji ber rawestana xebata dezgehên hukûmetê li herêmên derveyî kontrola rejîma berê, û nebûna rayedarek ku belgeyên bi pejirandina qanûnî derxe, qewimî. Piraniya niştecîhên van herêman jî nikaribûn biçin dadgeh û ofîsên li herêmên kontrola hikûmeta Beşar El-Esedê, ji ber tirsa ji peyketinên ewlehiyê. Ev rewş bi salan berdewam kir û encamên giran bi xwe re anîn.
Nebûna tomarkirina girêdana hevjînîyê dibe sedema windabûna mafên jin û zarokan, û wan dixe nav metirsîyê de eger mêr winda bibe, bimire, an jî tomarkirinê red bike. Di gelek rewşan de jî jin tenê nav an nasnavê mêr dizanin, taybetî heke mêr ne Sûrîyayî be. Her weha, nebûna tomarkirinê dibe sedema ku jin nikaribe mafên xwe yên mîrasê bistîne, an jî qelenê xwe (pêşî û paşî) bistîne di rewşa mirinê de, ji ber ku di qanûnê de wekî keçê bêzewac dimîne.
Mijar astengtir dibe dema ku zarok hebin, ku dibe bibin “bê-qeyd” (ne tomarkirî di qeydên dewletê de), heke dayik nikare zewaca xwe tomar bike. Ji ber ku tomarkirin û qeydkirina zewacê şertê bingehîn e ji bo piştraskirina girêdana zarokê (li gorî madeya 28an ya qanûna rewşa şexsî ya Sûrîyayê). Her weha, heke bav bimire, dibe ku nasb winda bibe û zarok ji mafê wergirtina nasnameyê bêpar bimînin, ji ber ku qanûnên niha li Sûrîyayê maf nade dayika Sûrî ku nasnameya xwe bide zarokên xwe. Ev jî wan ji mafên bingehîn wekî perwerdehî, mîras, tenduristî, tevger û hwd bêpar dike.
Ji ber girîngiya tomarkirina hevjînîyê, em di vê belgeyê de rêbazên qanûnî yên berdest ên ji bo tomarkirina zewacê di qeydên fermî de li gor qanûnên rewşa şexsî û rewşa medenî ya Sûriyê didin nasîn:
-
Sebaret bi tomarkirina zewacê di hunrirê Sûrîyayê de:
Zewac bi du awayan tê tomarkirin: îdarî an dadgehî:
– Bi awayê îdarî:
Ev bi amadebûna her du alî an jî wekîlên wan li dîwana dadgeha şer‘î tê kirin. Madeya 40î ya qanûna rewşa şexsî belgeyên pêwîst diyar kiriye, ku di hin rewşan de (wekî hebûna ducanîyê an jî zayînê) dibe ku hin belge hewce nekin.
Belgeyên têne pêşkêşkirin, di dosyeyek dadgehî de têne danîn û pêşkêşî dadger têne kirin. Piştî destûra wî, alîkarê dadgehê zewacê tomar dike û her du alî çapeke fermî ya belgeya zewacê distînin. Dadgeh jî vê belgeyê dişîne qeyda medenî da ku rewşa civakî ya her du alîyan biguherîne ji “ne zewicî” bo “zewicî”.
– Bi awayê dadgehî:
Di vê rewşê de, piranîya caran mêr tune ye (ji ber rêwîtî, winda bûn an mirin), an jî heye lê tomarkirinê red dike. Jin dikare dozê veke ji bo tesbîtkirina zewacê, an jî zewac û girêdana zarok heger zarok hebin.
Belgeyên pêwîst di nav wan de agahîyên takekesî yên her du alîyan e, her weha rapora ducanîyê an jî belgeya zayînê heke hebe. Zewac dikare bi qebûlkirina her du alî, şehadetên şahidan, an jî her rêbazek îsbatê tê tesbît kirin.
Piştî biryara dadger û girtina asta dawî, ew dibe belgeyek ku dikare li qeyda medenî were tomarkirin.
Heke mêr bimire an winda bibe, qanûn destûrê dide jinê ku dozê li dijî warisan veke. Di vê rewşê de, divê belgeya “hêsaba mîrasê” were pêşkêş kirin da ku navên warisan bêne nas kirin.
-
Heke zewac li derveyî Sûrîyayê hatibe kirin:
Piştî bûyîna zewacê li derveyî welat, du rê hene ji bo tomarkirinê li qeyda medenî li Sûrîyayê:
– Rêya yekem:
Bi rêya konsulxaneya Sûrîyayê li welatê ku her du alî an yek ji wan lê dijîn. Lê tê zanîn ku qanûnên penaberîyê li gelek welatan sûrîyayîyên xwedî şêwazên parastinê yên taybet ji têkilîya di gel hikûmet an balyozxaneya welatê wan qedexe dike.
– Rêya duyem:
Tomarkirina rasterast li çi navendeke qeyda medenî li Sûriyê.
Li Sûrîyayê, tenê zewacên ku li ser bingeha olî hatine kirin têne nas kirin (misilmanan li dadgehên şer‘î, xiristîyan li dadgehên ruhanî, û Durzî li dadgeha xwe ya taybet). Her zewacek ku li derveyî van şertan hatiye kirin, neqanûnî ji hêla dewletê vet ê dîtinû nayê pejirandin. Di vê rewşê de, dibe ku wekale ji hêla jin û mêr ve an ji hêla yek ji wan ve werin amadekirin li konsulxaneya dewleta niştebûnê da ku bû wekîlê qanûnî li Sûrîyayê were şandin û li dadgehên Sûrîyayê bo fermi zewac were tomarkirin.
Li gorî xalên borî, “zewaca ‘urfî” (ne fermî) di şer‘ê de rast e, lê di qanûnê de parastina mafên jin û zarokan nake. Ji ber vê yekê, tomarkirina zewacê di qeydên fermî de pir girîng e û divê neyê derengkirin. Ji lew re, ji rêveberîya nû ya Sûrîyayê tê xwestin ku proseya rotini hêsan bike, mîna merca pejirandina wezareta hundirîn ji bo zewaca ji mêrê biyanî û pejirandina biryarên dadgehên herêmên derveyî kontrola rejîma berê der barê tomarkirina girêdanên zewacê de , û bicihkirina wan di qeydên fermî de, eger bi qanûnên Sûrîyayî re hevseng bin.