Ji sala 2011an û vir ve, gelek malbatên Sûrîyayî nikaribûn mirina kesekî li qeydên rewşa şexsî tomar bikin. Ev yek an ji ber ku ew li derveyî herêmên kontrola rejîmê bûn, an jî ji ber şertên mirinê yên ne asayî yên girêdayî bi şer ve , wekî di operasyonên leşkerî, bombebaran, an jî li navendên girtinê, ku piştî wan jî dibe sedema tirsê ji peyketinên ewlehîyê, bi taybet ji hêla dezgehên ewlehiyê yên rejîma berê ve.
Nebûna tomarkirinê di rewşa mirinê de, encamên qanûnî yên giran bi xwe re tîne, , di nav wan de nekarîna derxistina belgeyên hêsaba mîrasê, nekarîna karanîna mal û milkê mirî, bêparbûna xwedî mafan ji mûçeyên dawîhatina kar, û astengkirina destgirtina serpereştîya li ser zarokan ji hêla dayikê ve, ku ev jî rê li ber rêwîtî û wergirtina belgeyên fermî digire. Her weha, ev rewş rê li ber zewaca nû ya jinê digire, ji ber ku rewşa “jinebî” bi awayekî qanûnê nayê tomarkirin.
Ev belge rêbazên qanûnî yên berdest diyar dike ji bo tomarkirina mirina kesekî di qeydên sivîl û dadgehan de, li gor qanûnên rewşa şexsî û rewşa sivîlane ya Sûrîyayê. Her weha, projeya “Beşdarbûn ji bo Dadmendîyê” dê di gotarek din de pêşniyarên taybet li ser belgekirin û tomarkirina mirinên girêdayî bi şer û parastina mafên malbatan û qurbanan pêşkêş bike.
Yekem: Tomarkirina îdarî ya mirinê:
Mirina kesekî di qeydên medenî de, di nav Demeke destnîşankirî di qanûnê de,, li ser bingeha rapora bijîşkî ya ku mirina asayî nîşan dide, di gel belgeya muxtar de ku ji alîyê du şahidan ve hatiye îmzekirin, tê tomarkirin. Li herêmên ku bijîşk li wan tune ne, tenê belgeya muxtar dikare mirinê tomar bike. Eger salek di ser mirinê re derbas bûbe û nehatibe tomarkirin, wê demê rapora polîsê di gel belegeyên din de hewce dike were pêşkêşkirin bo çi navenda qeydên sivîlane, bo derxistina qeyda mirinê. Erkê agahdarkirinê li ser malbata kesê/kesa mirî ye (bav û dapîr), zarok, mêr/jin an jî xizmên mezin.
Heke mirî asker be, belgeya mirinê bi rêya Wezareta Parastinê tê şandin bo qeydên medenî.
Heke mirin di zindan, nexweşxane an jî navendên taybet de rû dabe, rêveberê wê saziyê erkdar e ku belgeya mirinê pêşkêşî qeydên medenî bike.
Duyem: Tomarkirina mirinê bi rêya dadgehê:
Dema ku tomarkirina idarî ne pêkan be, gerek e mirov berê xwe bide dadgeha şer‘î ji bo tomarkirina mirinê, rêbaz jî, wisa ye:
-
Doza tomarkirina mirinê:
Ev doz, li pêş dadgeha şerî ji hêla werîsekî li dijî yên din, dema ku mirina mirov tê teqezkirin, tê rakirin, bûyîna mirinê bi gelek awayan ku di qanûna Sûrîyayî de nîşankirî ne, tê çesipandin, di nav de, bînerî (şahidî), û piştî piştrastkirina peytan û guhdarkirina bîneran, dadwerê şerî hukmê çesipandina mirinê dide. Em tu hewceyîyê bi girêdana bi fermana wezareta dadwerîyê jimar 22 ya sala 2022yan, ya ku mercê hebûna pejirandina ewlehî û daxuyanîya tevgera kesê/kesa mirî ji hêka reveberîya hatûçûnê û passportan, nabînin, ji berk u ev ferman bi armancên siyasî û ewlekarî derketîye û ferman li jêrî qanûnê ye.
-
Doza tomarkirina winda wek mirî:
Ev doz tê vekirin dema ku mirov di rewşinan de winda be, çarenûsa wî ne diyar b û dibe ku mirî be, weke reşên cengan yan rewşên mînanî cengan. Merca tomarkirina kesê/kesa winda weke mirî, ew e ku çar sal di ser mirina wan de derbas bûbe. Doz ji hêla werîsê kesê mirî tê rakirin li dijî wekîlê kesê winda yê dadwerî, piştî ku dadgeh ji nebûna çi şûna kesê winda bo zêdeyî çar salan piştrast dibe, wî wekî mirî nîşan dide, piştî ku hukm tê birîn di qeydên sivîlane de tê tomarkirin.
-
Eger mirin li derveyî Sûrîyayê rû bide:
Di vê rewşê de, gerek e kesên eêleqedar bawernameya mirinê pêşkêşî konsulxaneya Sûrîyayî li Devera mirinê bikin, konsulxane mirinê tomar dike û agahîyên mirinê dişîne rêveberîya karûbarên sivîlane di hundirê Sûrîyayê de ji bo temamkirina karên tomarkirinê
Lê di rewşên ku tomarkirina mirinê ne pêkan be li gor xalên li jorê, kesên eleqedar gerek e bawernameya bûyerê an wêneya wê ji alîyên rêveber werbigire li Devera ku buyer lê qewimî ye, da ku li rêveberîyên rewşa sivîlane li Sûrîyayê were tomarkirin.
Heke ev rê ne mimkîn be, divê belgeya mirinê an kopiyek fermî ji rayedarên welatê ku mirin lê çêbûye were standin û bi rêya qanûnî li qeydên medenî ya Sûriyê were tomar kirin.
Ji ber encamên nebaş ên nebûna tomarkirina mirinê ku mafên warisan, taybetî hevjîna mirî, têk dide û prosedurên fermî dijwar dike, em van pêşniyaran dikin ji bo dezgehên hikûmeta demkî ya Sûrîyayê:
- Hêsankirina karên dayîna belgeyên mirinê ji malbatên miriyan re, bi garantîkirina ku sedema rastîn ya mirinê di belgeyan de were qeydkirin, ji bo parastina mafê zanîna rastiyê.
- Pejirandina biryarên dadgehên li herêmên derveyî kontrola rejîma berê di der barê tesbîtkirina mirinê de, û bicîhkirina wan di qeydên medenî de, heke li gor tedbîrên qanûnî hatibin kirin.
- Negirêdan bi fermana jimare 22 ya sala 2022 yan, ya Wezareta Dadê ya rejîma berê, ku wekî amûrek ji bo tengkirina jiyana welatiyan hatiye bikaranîn û desthilatdariya dezgehên ewlehiyê li ser dadgehê zêde dike.