Torên medyaya civakî bûne jîngeheke xurt ya gotara nefretkirinê ku bi ji ber wê, cudakirin û handana li ser tundeyê û zêdekirina dûrbûna di nav grûpên cuda yên civakê de tê bihêzkirin, bi rêya algarîzmên tê pêşbînîkirin ku ew naveroka tundîyê zêde dike û civakê parşe dike, bev dike.
Di demên dawî de li Sûrîyayê، bi taybetî piştî ketina rejîma Esed, zêdebûnek mezin di asta gotinên nefretê û gotinên taîfî de li ser torên madyaya civakî hate dîtin. Gelek kes derfetê ji nebûna çavdêrî û sezakirina rast, û hêsanîya belavkirin û intraksyonê digirin, da ku bandorê li raya giştî bikin, naveroka jehirdar ji paş ekranan belav bikin, li ser tundîyê han bidin û bi eşkeretî doza kuştin û tunekirinê bikin, dûrbûnê di nav Sûrîyayîyan de zêde bikin û di encamê de bi her halî bibin sedema berdewamîya şer û nakokîyan û domdarîya rewşa heyî.
Bi bêguman، gotara nefretkirinê ya ku li ser şêwazekî demonîzekirina (xirabkirina nav û şeytankirin) aliyê din û dîtina bikaranîna tundîyê li dijî wî li ser torên civakî, weke kiryareke rast, bû sedemeke alîkar di komkujiyan û bangên qirkirinê yên li dijî hin komên Sûriyî, bi taybetî di dema belvbûna rewûa bêserûberî û belavbûna çekan de. Mînakî، bûyerên perava Sûrîyayê bi gotinên qirkirinê an bangên kuştina Elewîyan bi awayekî eşkere ji aliyê çalakvan، siyasetvan û kesên bibandor ve hatin girêdan. Her weha bangên “nefîra giştî” û “cîhad” ku li ser torên medyaya civakî belav bûn, rolek girîng di handana gelek kesan de hebû ku bi awayekî neplankirî beşdarî van tevgeran bibin، ev yek bû sedema tawannên kuştina bêdadgeh، îşkencekirinên fireh، talankirin û binpêkirina mal û milkan, ku ji aliyê Rêxistina Amnesty International ve wek tawanên şerê hatin dîtin.
Her weha، belavbûna tomareke dengî ya çêkirî (ne rast) li ser torên medyaya civakî ku bi yek ji şêxên Druzan ve li Sûriyê hate girêdan û tê de bêhurmetî li peyxember Muhammed hatibû kirin، bû sedema zêdekirina agirê fitneya taîfî li dijî Druzan، ku paşê bû sedema pevçûnên çekdaîr û di encamê de gelek kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Berovajî medya tradîsyonel, gotara nefretê bi rêya înternetê bi hêsanî û bi lezeke ji jîyana rastîn bi hezarê caran bêhtir, tê avakirin û belavkirin. Her weha dikare di heman demê de bigihêje cemawereke cîhanî û cûrbecûr. Di heman demê de، domdarîya naverokên ku nefretê zêde dikin, eger bi asteke kêm be jî, pirsgirêkek e، ji ber ku dikare bi demê re dîsa diyar bibe bibin û dîsa zêde bibe. Ji ber siyaseta torên medyaya civakî ya zêdekirina belavbûna naveroka bi nakok ji bo kişandina interaksyonê û dîtinê, gotara dijminatîyê ji ya aqilmend bêhtir belav dibe.
Gotinên nefretê di peyman û belgenameyên navdewletî de:
Stratejiya Neteweyên Yekbûyî û plankara wê gotara nefretkirinê bi vê şêwazî pênase dike: “Her cure têkilîyê، devkî، nivîskî an jî tevgerî، ku êrîşê dike an zimanek bêhurmetî an cihêkar bikar tîne li dijî kesek an komekê li ser bingeha nasnameyê، bi gotineke din, li ser bingeha ol، etnîsîte، netewe، nasnameya qewmî، reng، esl، zayend an jî her faktorek din ku nasnameyê diyar dike.” Yasayên navneteweyî jî gotinên ku nefret، cihêkirin û li ser tundîyê han didin qedexe dikin، wek maddeya 20an ya Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî، û maddeya 4 ya Peymana Rakirina Hemû Cûreyên Cihêkariyê ya Irqî.
Plankara Rabatê (2012) jî girîngîya cihêkirinê di navbera “azadiya ragihandinê” û “handana li ser nefretkirinê” de nîşan dide، û pêdivîya qedexekirina wan ragihandinên ku dibin sedem ji bo cihêkirin، dijminahî an tundîyê têkildar dike.
Tawanbarkirina gotara nefretkirinê li gorî qanûna Sûrîyayî:
Li Sûrîyayê، ji bo parastina aştiya civakî û jiyana hevpar، qanûna hejmara 20an ya sala 2022 ya têkildar bi dijatîya tawanên elektronîk li maddeya 31ê gotara nefretkirinê û handana li ser tundîyê û bêhurmetiya li olan tawanbar dike û ji bo wan cezaya girtinê û dayîna pereyan daniye, si qanûnê de tê gotin:
“Her kes ku malperek an rûpelek elektronîk ava bike an bi rê ve bibe، an naverokek dîjîtal li ser torê belav bike bi armanca bêhurmetiyê li yek ji olan، pîrozahîyan an rêûresmên olî، an handana li ser nefretkirinê an tundîyê، bi girtina ji 1 heta 3 sal û ceza ya 3,000,000 heta 6,000,000 lîreya Sûriyê tê cezakirin.”
Her weha، Qanûna Cezayan ya Sûrîyayê jî handana li ser nakokiya taîfî an şer di navbera koman de (ger ne li ser torê be) tawanbar dike، wek xutbeyên mizgeftan، dersên zanîngehê، gotarên rojnameyan an belavkirina belavokan li kolanan، û cezaya girtin û dayîna pereyan û jêbirina mafên sivîl daniye li gor madeya 307an.
Tevî ku qanûndaner cezayê girantir danîye dema ku ev kiryar li ser torê elektronîk pêk were, lê ji têgehên nezelal yên xwedî wateyên cuda dûr neketiye, û pênaseyeke zelal ya nefretkirinê nedaye pêş û Agahîyên Cîbicîkirina Qanûna Tawanên Elektronîk wateya wê diyar nekiriye. Ev yek dibe ku bibe sedema astengkirina azadîya derbirînê û rê bide rêjîm û desthilatan ku çi kesî ji ber derbirîna nerîna xwe di mijarên olî an civakî an siyasî ceza bike li jêr behaneya dijatîya nefretkirinê an xirabkirina yekîtîya niştîmanî, Her weha, dibe ku desthilat vê yekê weke amûreke çewsandinê bo bihêzkirina kontrola xwe li ser sêstema birêvebirinê bi kar bîne, bi rêya kontrolkirina çi danûstendineke têkildarî hukumkirina wê û şêwazê birêvebirina pirrengîya olî û taîfî.
Cudakirina di navbera azadîya derbirînê û gotara nefretkirinê de:
Parastina civakê ji gotinên nefretê berpirsiyarîyeke qanûnî û exlaqî ye, lê nabe ev parastin li ser hesabê azadîya derbirînê be, û ji bo cudakirina di navbera azadîya derbirînê ya rewa û ya tawankirî de, Plankara Rabatê şeş pîvanên hişk pêşniyar dike، ku tê de şertên siyasî û civakî ya serdest di dema gotarê de, statûya axêver û rewşa wî ya civakî, hebûna mebest an nebûna wê, analîzekirina naveroka gotarê û form û şêwaz û behaneyên bikarhatî di axaftina mijara lêkolînê de, bandora gotarê û asta belavbûna wê û hejmara cemawerê armanckirî, û destnîşankirina asta ziyana an egera ziyana ku ji ber gotara handana li ser tundîyê bûye.
Encam û pêşniyar:
Di dawîyê de، divê were teqezkirin ku gotinên nefretê ne tenê derbirîneke devikî an naverokeke hêsan e, lê amûreke metirsîdar ya wêrankirina rastîn bo civaka Sûrîyayî ye, ku gefê li aştîya navxweyî dixwe û xebatên jinûavakirina welatekî ji ber şer û parşekirinê jihevketî ye, têk dibe.
Ji bo vê yekê، pêwîst e kampanyayên hişyariyê yên civakî bên destpêkirin da ku çanda jiyana hevpar were pêşxistin، cûrbecûrîya çandî, olî û etnîk were piştgirî kirin، û hemû gotinên ku tundîyê rast dikin an teşwîq dikin bên redkirin.
Di gel de, gerek e kesên çalak li ser platformên dîcîtal, ji kesên bi bandor û çalakvan, tu naveroka ku handana li ser tundîyê an nefretkirinê an dijatîya çi grûp an pêkhateyln civakî tê de heye, ne belav bikin ne jî gihaştina bo zêde bikin. Divê oldar jî û xetîbên mizgeftan jî ji hêla xwe ve, gotareke niştimanî ya berpirs û her kesî li dor xwe kom dike, li xwe bigirin da ku aştîya navxweyî biparêzin û prensîpên lihevhatin û lihevgirtina niştîmanî bihêz bikin.
Ji alîyekî din ve, gerek e desthilata veguhêz pergaleke qanûnî ya hevseng ava bike ku hem azadîyaa ragihandinê biparêze û hem jî li dijî gotara nefretê rêbazên zelal deyne, bi rêya danîna pênaseyên hevgirtî bo gotara nefretkirinê ku xwe dispêre pîvanên objektîv û têgehên qanûnî yên destnîşankirî yên zelal û garantîkirina cezakirina bikarênerên vê gotarê di gel garantîkirina mafê wan yê dadgehkirineke dadmend li pêş dadgehên serbixwe.
Herî girîng jî ew e ku di vê demê de dialogek neteweyî ya berfireh were destpêkirin ku hemû aliyên siyasî, civakî û çandî tê de beşdar bibin، bêyî cudakirin an dûrkirin، da ku bibe platformek rast ji bo guhertina ramanan û xurtkirina aştîya civakî û gihaştina bo lihevhatine niştîmanî.