Di serdema teknolojîya nû de, torên medyaya civakî bûne beşekî neparçebûyî ji jiyana kesan, lê di heman demê de, ev tor bûne jîngeheke guncaw ji bo kirina gelek tawanên elektronîk. Ji nav wan jî tawanê destdirêjkirina bi heşmet an haya û şantajkirina elektronîk e, ku bi rêya belavkirin an jî gefxwarina bi  belavkirina naverokên taybet ên bêexlaq tê kirin.

Gelek caran, tawanbar van materyalan bi rêya hackkirinê, an jî têkçûna cîhazên elektronîk, an jî bi wergirtina wêne û vîdeoyan ji qurbanîyan, bi razîbûn an jî li jêr zorê, bi dest dixin û paşê wan ji bo şantajkirina maddî an manewî bikar tînin.

Li Sûrîyayê, “tawana destdirêjkirina bi heşmet” û şantajkirina elektronîk ji nav tawanên herî berbelav in ku bikarhênerên internetê rastî wan tên. Hejmara dozên wisa zêdetirî %30 ji tevahiya dozên têkildar bi tawanên elektronîk pêk tîne. Sedema vê yekê vedigere kêmbûna zanînê di warê rêbazên parastina elektronîk de, kêmbûna hişyariya qanûnî, û her weha rewşa aborî ya dijwar ya ku gelê Sûrîyayê di salên şer de jiyan kirine, ku ew li kar û çavkanîyên pereyan digerin û dibin qurbanên hêsan ji bo şantajkirinê li ser torên civakî. Ev kes bi gelemperî qurbanîyan bi bahana derfetên karê dixapînin, bi taybetî keçên biçûk ku dibin armanca derfetbazîyê bi hemû şêwazan.

Bandorên vê tawanê bi awayekî xeternak li ser civakê heye, çimkî dibe sedema xirabîya dijwar ya tenduristîya derûnî ya qurbanîyan, bandorê nebaş li ser xwendin an performansa wan a xwendinê û kar dike, û dibe sedema zêdebûna rêjeya veqetandinê (berdanê), an jî tawanên kuştinê ku bi navê “parastina rûmetê” tên kirin, an jî heta bûyerên xwekuştinê ji tirsa hetîketîyê.

Çawa tawan li gorî qanûna Sûrîyayê pêk tê:

Li gorî maddeya 26an ya Qanûna Tawanên Elektronîk a Sûriyê hejmara 20 ya sala 2022 û rêziknameyên wê, ev tawan bi du awayan pêk tê:

Awayê yekem:

Dema ku tawanbar wêneyek an vîdeoyek an jî peyam an tomarek dengî ya kesekî bi karanîna amûrên teknolojiyê an bernameyên wek Photoshop biguherîne, qut bike, ji çarçoveyê derxe, an xerab bike da ku bibe dijî edebê giştî an fedî û şermîyê. Piştî wê, ev kes vê wêne, deng an vîdyo bişîne ji qurbanî re an ji kesên din re, an jî li ser torên internetê belav bike an gefa belavkirinê li kes bixwe. Mînak: kesek laşê kesekî di rewşekî bêhaya de qut bike û serê kesekî din lê zêde bike. Ji bo vê tawanê, qanûndaner cezaya girtinê ji 6 meh heta salekê û cezakirinê bi pere (1–2 milyon lîreya Sûriyê) daniye. Heke li ser torê belav bibe, ceza zêde dibe (1–2 sal girtin û 2–3 milyon lîre).

Awayê duyem:

Ev jî formek ji şantajkirina elektronîk e, ku bi gefxwarina belavkirinê ya wêne, vîdeo, peyam an tomaran ên ku ji xwediyê wan re hatiye kişandin bi rêya formeke teknolocîya agahîyan tê kirin, dema ku ew di rewşekî bêhaya de ye an ne li gor nirxên civakê, heta heke bi razîbûna wî kesî jî  hatibe wergirtin û tawanker yek ji van kiryararn bi cih anî: gef li kes xwar ku li ser torln înternetê belav bike, an li ser torên înternetê belav kir. Mînak: kesek wêneyên bêheya an ji derveyî nirxên civakê yên kesekî bi rêya înternetê bi dest bixe, eger bi razîbûna wî kesî jî be û gefê lê bixwe ku pere bide da ku wan belav neke. Ceza ji bo vê kiryarê girantir dibe dema ku li dijî kesekî temenbiçûk be ku 18 sal temam nekirine, ji bo parastina taybetmendî û rûmeta wî kesî. Dozgerê Sûrîyayî cezaya 2 heta 3 sal girtin û 3 heta 4 milyon lîre bo tawana gefxwarina li belavkirinê an belavkirina wêne, vîdyo, axaftin an dengên kesekî ku ne li gorî nirxên civakê ye, heger bi razîbûna wî kesî jî bi dest xistibe, daniye. Heke qurbanî biçûk be (bin 18 salan), ceza girantir dibe û digihîje zindankirina demkî ji 5 heta 7 salan û dayoîna ji 4 heta 5 milyon lîre.

Sedemên ku ji ber wan qurbanî gilî nakin:

Gelek sedem hene ku qurbaniyên tundîya dîjîtal li Sûrîyayê gilî nakin. Gelek kes rastî şantajkirinê tên, lê bi xwe naxwazin dozê vekin an ji bo dadgehê gilî bikin, an  ji ber tirsa ji nirx û nerînên civakî, an jî ji tirsa tola şantajkar an çi kiryarên din ku ji hêla wî derkeve, an ji ber kêmbûna bawerîyê bi pergalê dadwerî û qanûnî, û carinan jî ji ber kêmbûna hişmendîya qanûnî.

Rêbaza pêşşkirina gilî:

Pêwîst e ku di destpêkê de têkilî bi şantajkar re bi temamî were qut kirin, çimkî her guftûgo kontrola wî zêde dike. Divê qurbanî bi daxwazên wî razî nebe (wek dayîna pere an şandina wêne/vîdeo). Her weha pêwîst e hemû şîfreyan were guhertin, nemaze heke şantajkirin bi rêya hackkirina hisab bi cih hatib. Divê hemû peyt werin parastin, wek screenshot, peyam, wêne, bang, vîdeo û linka hesabê şantajkar ji pêwendî dike. Piştî wê, qurbanî dikare gilî li dozgerîya giştî hilde an parêzerek bigirebike da ku dozê ji dêvla wî/wê pêşkêş bike. Dozgerî dozê dişîne şaxa tawanên elektronîk ku lêkolîn dike û tawanbar radestî dadgehê dike.

Encam û pêşniyar:

Ji nivîsa borî diyar dibe ku şantajkirina elektronîk tawanek pir xeternak e û bandorên wê kêm nabin bêyî hevkarîya çalak di nav kes, civak û desthilatên têkildar de. Pêdivîya vê yekê bi belavkirina hişyariyê, pêşxistina çanda dîjîtal û başkirina qanûnan û aktîvkirina wan heye.

Ji bo parastina ji vê tawanê, divê standardên bilind ên parastina daneyên kesane were şopandin, daxwazên dosttiyê ji kesên nenas neyên qebûlkirin, û hişyarîyê li ser malper û sepana nasînê an pêşniyarên derewîn yên kar û xelatan hebe, ji ber bi gelemperî ev rêbaz tên şopandin kji bo kişandina qurbanîyan.

Rola dayik û bav ya girîng di şopandina çalakiya zarokan li ser internetê heye, nasîna hevaltiyên wan û tiştên ku li ser internetê par ve dikin, û pêşxistina danûstandina malbatî û çavdêrîya erênî.

Di warê qanûnî de, divê desthilatdar parastina qurbaniyan misoger bikin û wan han bidin ku gilî bikin, bi rêya danîna dadgehên nepenî û parastina taybetmendiya wan, û avakirina navendên piştgirîya derûnî ku di derbaskirina bandorên derûnî de bi wan re alîkar be.

Li asta malbatî jî, pêwîst e ku tirs were şikandin, qurbanî lomê nexwin, û piştgirî were dayîn da ku rêbazên qanûnî bişopîne û guh li daxwazên şantajkar neke. Veşartina mijarê an çarekirina takekesî tenê pirsgirêkê mezintir dike û derfetê dide şantajkar ku kontrola xwe zêde bike, bi taybetî dema ku qurbani bi rêbazên parastinê ne haydar in û ji reaksiyona civakê ditirsin.